Reuters: Erdogan pêncşemê diçe Erebîstana Siudî

Serokomarê Tirkiye Erdogan yê doza Xaşiqcî firotî Riyadê, niha jî wê serdanê bike.
Ajansa Reutersê ragihand ku Erdogan sibe wê biçe Erebîstana Siûdî.
Di serdana xwe de Erdogan wê bi Welîad Mihemed Bin Selman re bicive û mijarên serke jî bazirganî ye.
Balkêşe ev yek piştî Tirkiye doza Xaşiqcî radestî Riyadê kir pêk tê.

Ji bo serokomarê Tirkiye Erdogan, pere hebe ne edalet û ne jî namus pêwist nake.

Doza rojnamevanê Erebîstana Siûdî Cemal Xaşiqcî ev yek careke din derxist berçavan.

Ajansa Reutersê ragihand ku Erdogan li ser rêya Erebîstana Siûdî ye.

Rayedarekî payebilind ji ajansê re got,

Armanca hevdîtinê pêşxistina têkiliyên bazirganî û dualî û tevkariya li pirsgirêkên herêmî ye.

Tê çaverêkirin ku di çarçoveya serdanê de Erdogan bi Welîehd Mihemed Bin Selman re bicive.

Di van demên dawî de, bazirganiya bi Erebistana Siûdî re zêdebûnek berbiçav heye.

Di serî de aborî, mijarên herêmî, li pey xwe hiştina dema aloz a di têkiliyên dualî de wê gelek mijar bên nîqaşkirin.

Çavkaniya duyem ku agahî daye Reutersê, teqez kiriye ku serdana Erdogan bo Erebistana Siûdî roja pêncşemê hatiye plankirin.

Têkiliyên di navbera Tirkiye û Erebîstana Siûdî de ku piştî kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî di sala 2018’an de li Konsolosxaneya Siûdî a li Stenbolê xirab bûbû.

Wezareta Dadê biryar dabû ku dosyaya Xaşiqcî radestî Erebistana Siûdî bike.

Beriya niha Erdogan digot, ewê doza Xaşiqcî bernedin û ji kuştina wî jî Mihemed Bin Selman tewambar kiribû.

Di dema ku amadekariyên hevdîtinên serokên her du welatan dihatin kirin, Erdogan beriya niha ragihandibû ku ew ê serdana Erebîstana Siûdî bike.

Back to top button