Aloziya Iraqê xwepêşandanan serokwezîrê Iraqê anî ber îstifayê

Piştî xwepêşandanên li Iraqê, parlamena Iraqê îstifaya Serokwezîr Adil Abdulmehdî qebûl kir.
Berî îstîfaya Abdulmehdî Fermandarê Hêza Qudis a Supay Pasdaran a Îranê Qasim Silêmanî çû Bexdayê.
Ji aliyê din ve 8 parêzgehên Iraqê ji bo kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane, ji bo 2 rojan şîn hat îlankirin.

Çalakiyên li dijî hikumetê yên li Iraqê ku di 1’ê Cotmehê de li Bexda û bajarên Şîa yên Iraqê Basra, Necef, Kerbela, Zîkkar, Mûssena, Mîssan, Nasiriye û Dîvaniyeyê dest pê kirin du meh li pey xwe hiştin.

Xwepêşandan hiştin ku Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî îstifa bike.

Aloziya Iraqê
Fermandarê pasdarên Îranê bi bayê bezê xwe gihan bexdayê

Îro beriya ku Parlamentoya Iraqê nameya îstîfayê ya Ebdulmehdî guftûgo bike, Fermandarê Hêza Qudis a Supay Pasdaran a Îranê Qasim Silêmanî bi bayê bezê xwe gihand Bexdayê.

Li gorî nûçeya malpera Erebiye, Qasim Silêman berî ku li parlamenê îstifaya Ebdulmehdî were nîqaş kirin, ji bo li gel aliyên Iraqê rewşê guftûgo bike çûye Bexdayê.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, piştî xwepêşandanên ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û banga Muqdeta El-Sedir, duh nameya îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir.

Aloziya Iraqê
Parlamena Iraqê îstifaya Ebdulmehdî erê kir

Parlamenta Iraqê ji bo nirxandina daxwaza îstifayê ya Serokwezîr bi rengekî awarte li hev kom bû.

Di rûniştina parlamentê de îstifaya Serokwezîr hate qebûlkirin.

Serokê Meclîsa parlamentoya Iraqê bang li serokkomarê Iraqê kir ku ji bo sazkirina hikumeta nû namzetek diyar bike.

Li 8 parêzgehên Iraqê betlaneya fermî
Ji bo merasîmên xwepêşandêran 2 rojan şîn hat ragihandin

Li Iraqê di 2 rojên dawiyê de zêdeyî 70 xwepêşandêr jiyana xwe ji dest dan.

Li parêzgehên Diyala, Babîl, Musenna, Zîqar, Besra, Necef û Dîwaniye ji bo kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane, şîn û betlana fermî hat ragihandin.

Ji aliyê din ve piştî xwepêşandanên Iraqê cara yekem ceza li hêzên ewlekariyê hate birrîn.

Dadgeha ceza ya bajarê Qûtê ji ber xepêşandêr kuştine cezayê îdamê li serbazekî polîsan birrî.

Ji bo serbazekî din jî 7 sal ceza hate dayîn.

Ji 1’ê Cotmehê û vir ve li Iraqê di dema xwepêşandanên li dijî hikumetê de zêdeyî 420 kes hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button