Êrîşên rejîmê li dijî çeteyên li Idlibê piştî binketina danûstandinên Cinêvê, şer dijwartir bû

Piştî bibinketina hewldanên danûstandinên siyasî li Cinêvê, li Sûrî şerekî dijwar rû da.
Li Idlibê çeteyên dewleta Tirk a dagirker doh êrîş birin ser nuqteyên rejîmê û di encamê de rejîmê gelek nuqte ji dest dan.
Lê îro û piştî şerekî dijwar rejîmê dîsa ev herêm kirin bin kontrola xwe.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di van şeran de ji rejîm û çeteyên dewleta Tirk 69 kes hatin kuştin.

Rewşa siyaseta Sûriyê bandor li êniyên şer yên jî Idlibê kir.

Piştî têkçûna civînên Komîteya Destûrî ya li Cinêvê li Idlibê şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên rejîmê de dijwartir bû.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji doh nîvê şevê û heya niha, 8 hewldanên rejîma Sûrî ji aliyê çeteyan ve hatine têkbirin, lê rejîmê îro vê sibê dîsa êrîşek pêk anî.

Li gorî navendê, di encamê de herî kêm 12 leşkerên rejîmê û 6 çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatin kuştin.

Di êrîşên li ser rejîmê de jî, 18 leşker li derdora gundewarê başûr-rojhilatê Idlibê hatin kuştin.

Êrîşên rejîmê li dijî çeteyên li Idlibê
Çavdêriya Sûrî: Di 24 saetên dawî de 69 kes ji rejîm û çeteyan hatin kuştin

Li Tel el-Dem ya li başûr-rojhilatê Idlibê jî di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam û rêjîmê de şer rû da û 5 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Her weha li bakur-rojavayê Hemayê, ango li Sehl el-Xab, 2 çete û 4 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Piştî ku rejîmê di encama van şeran de gelek nuqte ji dest dan, rejîmê dîsa êrîş bir ser nuqteyên ku ketin bin kontrola çeteyên dewleta Tirk.

Êrîşên rejîmê li dijî çeteyên li Idlibê
Rejîmê nuqteyên ku ji dest dabûn dîsan vegerandin

Piştî şerekî dijwar, rejîmê careke din nuqteyên ku ji dest dabûn xist bin kontrola xwe.

Gundên ku rejîmê ji nû ve bi dest xistin ev in:

Sirûc

Îcaz

Isteblat

Resim Werd.

Çavdêriya Sûrî tekez kir ku bi giştî di şerên navborî de ji hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk 69 kes hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button