Hakan Fîdan li Bexdayê ye

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de gihişt Bexdayê.

Li gorî nûçeyên medyaya xwecih a Iraqê wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan îro bi serdanekê gihişt Bexdayê.

Biryar e, Hakan Fîdan bi Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê re hevdîtinê pêk bîne, Û

Bi wan re li ser çend mijarên aborî, siyasî û serdana Erdogan a ji bo Iraqê guftigo bike.

Her wiha biryar e ku Hakan Fîdan piştî hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Iraqê re, bi berpirsên Herêma başûrê Kurdistanê, bi taybet jî malbata Barzanî re hevdîtinan bike.

Yek ji mijarên girîng yên serdana Fîdan ji bo Iraqê bê gûman gotûbêjên her du welatan yên li ser dosyaya petrol û avê ku wê li Enqere û Bexdayê bên lidarxistin.

Tê payîn ku piştî serdana Fîdan, wê serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan serdana Iraqê bike.

Hakan Fîdan wê serdana Hewlêr û Bexdayê bike

Back to top button