Ajansa Jin a Rojhilata Navîn dest bi weşanê kir

Ajansa Jin a Rojhilata Navîn Nu-jinha dest bi weşanê kir. NuJINHA wê bi zimanên Erebî, Kurdî, Farisî, Tirkî û Înglîzî weşanê bike:
Di daxuyaniya ajansê de hate gotin li hemberî hişmendiya deshilatdar a mêran, wê xet û zimanekî gerdûnî yên jinan ava bikin.

Bi pêşengiya Weqfa Çandê ya Medyayê ya Jinê ku navenda wê li Swêdê ye, ajansa NuJINHA dest bi weşanê dike.

Ajansa NuJINHA wekî dengê jinên Rojhilata Navîn dê bi 5 zimanan weşanê bike.

Jinên rojnameger ên bi tecrube ne ji bo rastiyê û zimanekî nû derketin ser rê.

NuJINHA dê bi erebî, farisî, kurdî, tirkî û îngilizî weşana xwe bike.

Dê NuJINHA hewl bide li cihên cuda yên Rojhilata Navîn bibe dengê jinan.

Nujinha bi daxuyaniyekê dest bi weşana xwe kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li hemberî şêwazê medyaya alîgir, şêwazê nûçegihaniyeke jinê ya mafdar e ku li ser bingihê mafê jinan an jî nûçegihaniya girêdayî jinan kar dike.

Bê guman referansa nûçegihaniya heyî, hişmendiya deshilatiya mêr e û li gorî rewşa heyî heta dawiyê mêrane û zayendperest e.

Li tevahiya cîhanê têkoşana jinan a ku van salên dawî li dijî tundiya mêrê serdest û deshilatiya mêrê baviksalar pêş ketiye, bandoreke mezin pêş xist.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ji bo NuJINHA bi qasî salekê me amadekariyên xwe berdewam kir.

Me xwest bi vê rengîniyê çîrokên jinan, kêfxweşî, xemgînî, trajedî, deng û serkeftinên jinan bidin dîtin.

Di dawiya daxuyaniyê de NuJINHA da zanîn wan dest bi rêwîtiyeke nû kirin.

Back to top button