Bi armaca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo li bajarê Stenbol yê Tirkiyê jî çalakîyek hate lidarxistin.
Polîsên Tirk êrişê çalakgeran kir û 10 kes binçavkirin.
Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û binpêkirinên li girtîgehan, piştî Îzmîrê li Stenbolê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Greva birçîbûnê di 18’ê çileyê de piştî daxuyaniya li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê dest pê kiribû.
Endamên ESP û SGDF’ê xwestin li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî bikin.
Polîsên Tirk dor li wan girt û bi hinceta “qedexe ye” destûr nedan daxuyaniyê.
Beşdaran jî bertek nîşanî dorpêç û biryara qedexeyê dan.
Li ser vê yekê polîsan êrişî girseyê kir û 10 kes binçav kirin.