Di nava jiyanê de gelek tiştên balkêş derdikevin. Di dema ev yek pêk tên de, em hemû dixwazin bibinînin. Lê dema jinek dixwaze vê yekê bike, rastî zihniyeta mêr tê. Li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê tenê ji ber ku jinekê tişta ku mereq dikir dixwest bibîne, bi dehan zilamî êrişî wê kir.
Duh li taxa Hiwane ya Silêmaniyê wesayît û motorsîklêt dihatin pêşandan.
Bi dehan kesî berê xwe dan cihê pêşandanê.
Dema jinekî ciwan ji bûyer mereq dike û berê xwe dide cihê pêşengehê vê carê rastî helwestek bêrêz hat.
Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî hat parvekirin, bidehan kes êrişî jina ciwan dikin.
Seroka Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Rêwas Fayeq ku li ser Twittekê bertek nîşan da û got: Ew mêr weke hovane êrişî keçekê dikin ku xwesteka wê hebû weke her kesekî temaşeyî pêşbirkekê bikin.
Qaymeqama Helebceyê Nuxse Nasih jî daxwaz kir ku kiryarên vî karî werin girtin û cezakirin.
Berdevkê Polîsên Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku heta niha 16 kes hatine binçavkirin.



