Li Viyanayê jinên ciwan li qadan bûn

Ne tenê li Kurdistê li derveyî welat jî çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê hebûn. Jinên Ciwan ên li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi çalakiyekê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.

Di çalakiyê de ku bi awayekî girseyî pêk hat, li ser navê aktivîstên Jinên Ciwan ên Têkoşer daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ”Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e, ji bo vê jî divê jin li her derê ji bo azadiya Rêber Apo dakevin qadan û têkevin nava çalakiyan”.

Aktivîstan piştrast kirin wê çalakiyên wan heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bikin.

Back to top button