Feleknas Uca: Yekîtiya neteweyî li dijî êrîşan bêdeng e

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, êrîşên li hemberî Mexmûr, Şengal, Qendîl û Biradostê nirxand û got: Jinên ku îradeya xwe teslîmê DAIŞ’ê nekirin îro jî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê serî natewînin û wê dest ji axa xwe jî bernedin.”

Balafirên Şer ên Arteşa Tirk 15’ê hezîranê Wargeha Mexmûr, Şengal, Qendîl û Biradost bombe kirin.

Êrîşên hevdem 40 deqeyî dewam kirin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca êrîşên Tirkiyê nirxand û da zanîn ku êrîş li hember destkeftiyên kurdane û got:

Kêr gihiştiye hestî. Em bibin yek wê êrîş jî rawestin. Roj roja yekitiyê ye.

Feleknas diyar kir ku êrîşên Tirkiyê yên li hember kurdan li her qadê didomin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê anî ziman ku desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê li dijî destkeftiyên Gelê Kurd li her derê tifaq ava kirine.

Feleknas uca: roj roja yekbûnê ye

Feleknas pirsa ‘Gelo çi karê Tirkiyê li Mexmûr, Şengal, Efrîn û Serêkaniyê heye?’ pirsî, balkişand ser êrîşên li hember partiya wan û meşa demokrasiyê û got:

Mijar ji Şengal, Efrîn û Mexmûr derketiye.

Mijar nasnameya kurd, hebûna kurd, kurd û Kurdistanê ye.

Her roj êrîş dikin, ev êrîş nayên qebûlkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, li dijî êrîşan bang li hikumeta başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kir û got:

Pirsgirêk bi diyalogê tên çareserkirin.

Roj roja yekbûn û serhildanê ye.

Ger em bibûna yek, îro dewleta Tirk wê ev cesaret nekiriba.”

Back to top button