Li eniyên Idlib, Heleb, Hema û Laziqiyê, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê bi giranî êrîş hev kirin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi dijwarî deverên çeteyên Tirkiyê li navçeya Cebel El-Şêx Berekat û derdora Daret Izet yên gundewarên Helebê topbaran kirin.
Çeteyên Tirkiyê jî, nuqteya hêzên hikumetê ya li Kerfer Nûbil a Idlibê kir armanc û li gorî Çavdêriyê kuştî û birîndar hene, her wiha nuqte jî bi temamî hat rûxandin.
Her wekî li eniyan Cebel EL-Ekrad yê Laziqiyê û li deverên Sehil El-Xab yên Hemayê herdu aliyên navborî nuqteyên hev dan ber topan.