MSD: Şoreşa gelê Sûriyê wê her li dar be

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 10’emîn a şoreşa Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand û anî ziman ku tevî hêzên dijber, astengî û dûrketina ji armancên bilind ên şoreşa Sûriyê, hêvî bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê de ye.

MSD’ diyar kir ku şoreşa Sûriyê meşeke berdewam e, ji ber gelek aliyan rengê şoreşê, erda Sûrî veguherandin qadeke şer û pevçûnê.

MSD bi bîr xist jî ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê li herêmê ewlehî pêk anîn, tevî ku DAIŞ’ê têk bir, heta niha jî operasyonên xwe li dijî şaneyên veşartî ranawestînin.

Meclisa Sûriya Demokratîk dawiyê bang li gelê Sûriyê kir ku di bin sîwana biratiyê û komkirina hemû pêkhatiyan de, da ku Sûriyeke azad vejîne.

Back to top button