Salvegera 10. a şerê Sûriyê

Êrîşên leşkerên gelek welatan, rêxistinên terorîst ên çete û şerê siyasî yên navneteweyî dibe sedema kuştina bi sedhezaran sivîl.
Ev rewş îro li Sûriyê ye, şerê sûriyê dikeve sala xwe ya 10’emîn, ku hîna Beşar el-Esed heya roja îro li ser kursiyê deshilatê rûniştiye.

15’ê Adara 2011’an, gelê Sûriyê ji bo guhartina desthiladariyê daket qadan, xwepêşandanên girseyî li Deraa, Homs, Baniyas û li deverên din lidarxistin.

Ev serhildan li piraniya bajar û parêzgehên Sûriyê belav bû, li şûna bicihanîna daxwazên gel çek hat bi kar anîn û onaxeke bixwîn ango şerê desthilatdariyê destpêkir.

Şerê Sûrî derbasî sala xwe ya 10’an bû.

Bi destpêkirina şerê Sûriyê re, hêzên navdewletî ketin nava pêşbirkê û xwestin destwerdana leşkerî û siyasî bikin.

Di serî de Tirkiye, Rûsya, Îran û Amerîkayê, Sûriye veguherand qadeke şerê herêmî û navdewletî.

Di dirêjahiya 10 salan de, bi sedhezaran Sûrî hatin kuştin, bi sedhezaran koçber û penaber jî bûn.

Ji ber destwerdanên derve li Sûriyê, aloziya welêt her ku çû kûrtir bû.

Her çiqasî ji bo çareserkirina aloziyê bi dehan civîn pêk hatin jî, lê tu çareserî ji aloziya Sûriyê re nehat dîtin.

Berovajî, topbaran û dagirkerîyê dewam kir ku gel jî buhayê destwerdanên derve dide.

Bi ketina aloziya Sûriyê sala xwe ya 10’emîn û gûrbûna şerê berjewendiyan re, şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê ku Rûsya û Îran piştgiriya wê dikin ji aliyekî ve û Tirkiye û çeteyên wê, gur dibe.

Di sala 2020’an de jî gelek geşedan rû dan.

Şerê hikumeta Şamê, dewleta Tirk û çeteyan bi taybet li herêma qaşo bê-çek ne-sekinî.

Dem bi dem dewleta Tirk û hikumeta Şamê li dijî hev operasyon li herêmê ragihandin.

Tirkiye, kesên ku ji hikumeta Sûriyê veqetîne perwerde kirin û bi sponsoriya istîxbaratên leşkerî yên Tirkiyê koma çete ya bi navê “Artêşa Azad a Sûriyê” ava kir.

Bi vê yekê, êrîşên xwe domandin û bi dagirkirina bajarên Sûriyê re dest bi guhertina demografiya herêmê kir.

Bi destwerdana dawleta Tirk ji xaka Sûriyê re, şerê li Sûriyê her ku çû gur bû.

Herêma bakur û Rojihilatê Sûriyê jî, ji êrîşên rojane yên dewleta Tirk û çeteyên wê nefilitîn.

Dewleta Tirk li herêmên bakur û Rojihilatê Sûriyê jî ku Şervanên QSD’ê herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, her êrîşên dagirkeriyê pêk anî.

Mîna 9 salên derbasbûyî aloziya Sûriyê dewam kir û ne-hat çareserkirin.

Bi berdewama ne-lihevhatina berjewendiyan û hebûna hêzên Rûsya, Amerîka, Îran û Tirkiyê li ser erdê Sûriyê û hebûna komên çeteyên ji seranserê cîhanê, rewşa Sûriyê wisa ma.

Rewşa welat xera be û ji aliyê aborî, siyasî, hindir û derve de têk çûye.

Tevî ku Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareseriya aloziyê banga danûstandinan li hikumet Şamê dike û projeyên demokratîkbûna Sûriyê pêş dike, li ev bang ji aliyê hikumeta Şamê û hêzên navnetewî de bê bersiv tên hiştin.

Back to top button