Li Yewnanîstanê dema hilbijartinê eşkere bû

Yewnanîstan jî xwe ji bo hilbijartinê amade dike.
Serokwezîrê Yewnan Mitsotakis diyar kir ku hilbijartina parlamentoyê meha Gulanê pêk were.
Egeriyeke zêde ya wê yekê heye ku hilbijartin di tûra yekem de bi encam nebe.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis ragihand ku hilbijartinên parlamentoyê wê di meha Gulanê de bên kirin.

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Nû Mîtsotakis got,

Li Yewnanîstanê hilbijartina parlamentoyê wê gulanê pêk were

“Ez dikarim bi teqez bêjim ku hilbijartin wê di meha Gulanê de bên kirin.”

Mîtsotakis anî ziman ku egeriya wê yekê pir zêde yek ku hilbijartin di tûra duyemîn de bi dawî bibe.

Hilbijartin divê herî dereng heta Tîrmehê ku dema qanûndanînê bi dawî dibe, bêne kirin.

Ger di tûra yekem de piranî yan jî tifaqeke piralî pêk neyê, dê hilbijartin derbasî tûra duyemîn bibin.

Karesata trênê bû sedema protestoyên bi hefteyan a li dijî hikumetê.

Karaseta qezaya trenê bandora wê di rapirsiyan de jî xuya kir

Çavdêrên siyasî li bendê bûn ku hilbijartin di serê meha Nîsanê de bên kirin.

Lê belê piştî qezaya trênê ya herî mezin a di dîroka welêt de ku 57 kesan jiyana xwe ji dest da, hesabên hilbijartinê guherî.

Karesata ku di 28’ê Sibatê de qewimî, bû sedema protestoyên bi hefteyan li dijî hikûmetê.

Hat diyarkirin ku sendîkayên rêyên hesinî bi salan e balê dikişînin ser kêmasî û paşguhkirinên di vî warî de.

Ev yek jî hêrsa li dijî hikûmetê zêdetir dike.

Hikumeta Mitsotakis di sala 2019’an de dest bi kar kir.

Piştî karesata trênê di rapirsiyên pêk hatin de jî tê xuyakirin ku dengê xwe pir kêm bûye.

Li gorî rapirsiyên dawî, ferqa di navbera Partiya Demokrasiya Nû ya Mîtsotakis û muxalefeta Syriza de daketiye 3,5-4 puanan.

Back to top button