Di êrişa Rûsya ya li ser herêmên Kîevê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Di şerê li Ukrayna de, alî çeperên xwe xurt dikin.
Di êrişa hêzên Rûsya ya li ser herêmên Kîevê de, 3 kes hatin kuştin.
Rûsya ragihand ku wan êrişên li ser Bendera Sivastopol yên bi rêya balafirên bêmirov pêk hatî, têk birin.
NATO jî bang li welatên endam kir ku “lêçûnên leşkerî” zêde bikin.

Di şerê li Ukrayna de, israrek ya domandina rewşê heye.

Li aliyekê Rûsya di serketinê de israr dike, li dijî wê Ukrayna û welatên Rojava ji bo pêşîgirtina vê her tiştî dikin.

Di nava rewşek wiha de, Rûsya carek edin êrişî herêmên derdora payeta Ukrayna Kîevê kir.

Di êrişa li ser bajarê Rjişçiv ya herêma Kîevê de, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha 2 jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Ukrayna de, êriş bi rêya balafirên bêmirov hatiye kirin.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky doh bi rêya vîdoyekê ragihand ku Rûsyayê bêtirî 20 balafirên bêmirov û moşekan êrîşî Ukraynayê kir.

Rûsya: Êrişa bi balafirên bêmirov ya li ser bendera sivastopol hatiye têkbirin

Waliyê Sivastopolê ku navenda îdarî ya Kirimê ye ragihand ku hêzên deryayî yên Rûsyayê îro serê sibê êrişeke hewayî ya bêmirov (SÎHA) ya li ser Bendera Sêvastopolê têk birin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja Şemiya borî bi awayekî surprîz serdana Kirimê kiribû.

Televizyona Rossiya-1 dîmenên kêliyên ku Putin çûyî serdana dibistaneke hunerî ya li Sivastopolê parve kir.

Putin: Plana Çînê ya agirbestê dikare bingeha aştiyê pêk bîne

Serdana Serokê Çînê Xi Jinping ya ji bo Rûsya cihekî berfireh di çapemeniya cîhanê de girtibû.

Serokê Rûsya Vladimir Putin yên Xi Jinping pêşwazîkirî, piştevaniya xwe ya ji bo plana wî ya aştiyê anî ziman.

Putin got, dibe ev plan agirbestê bingeha aştiyê pêk bîne.

Serokê Rûsya li ser wê yekê jî zêde kir ku welatên Rojavayî ji bo vê planê ne amade ne.

Ji NATO bo welatên endam: Lêçûnên bo leşkerî zêde bikin

Hemwextî rewşa li Ukrayna, welatên NATO jî di nava tevgerê de ne.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bang li endamên Hevpeymaniyê kir ku butçeya xwe ya leşkerî zêde bikin.

Stoltenberg got, ew bawer dike ku di lûtkeya NATO’yê de wê armanceke bihestir were rojevê.

Civîna NATO wê di meha Tîrmehê li Lîtvanya bê lidarxistin.

Stoltenberg li Brukselê di danasîna rapora salane ya NATOyê ya sala 2022’an eşkere kir.

Welat li gorî mezaxtiyên leşkerî hatine diyarkirin.

Li gorî vê Almanya ne di nava wan welata de ye ku lêçûna welat ji sedî 2 bo leşkerî bikar aniye.

Welatên ku herî zêde çavkaniyan veqetandine Yewnanîstan û Amerîka ne.

Back to top button