25’ê mijdarê nêzîk dibe îro bi daxuyaniyekê Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameya xwe ya çalakiyan ragihand. Platformê got, “Em qadên dîrokî veguherînin têkoşîneke hevpar, ji bo jinan û mirovahiyê em serketineke mezin bi dest bixin.”vê salê wê di bin dirûşma “Li hemberî her cure tundiya dewlet û zihniyeta mêr… Jin jiyan azadî” be
Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bernameya 25 mijdarê li stada Şehîdên 12`ê Adarê daxuyaniyek da.
Nêzî sed nûnerên sazî, tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.
Bernameya çalakiyan di bin dirûşma “Li hemberî her cure tundiya dewlet û zihniyeta mêr… Jin, Jiyan, Azadî” de ye.
di daxuyaniyê de wiha hate gotin
“Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê, em hemû jinên ku beriya 5 hezar sal di dîroka baviksalarî de, ji ber tundiya mêran jiyana xwe ji dest dane, di serî de xwişkên Mîrabal ên ku dema li dijî dîktatoriya faşîst a li Komara Domînîk rawestiyan bi awayekî hovane hatin qetilkirin, bi bîr tînin.
Rêxistinên jinan tekez kirin ku ew ê bi biryardarî, têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin û gotin:
“Êdî dem hatiye, dibe şert û mercên îro ji her demê zêdetir guncavtir bin ku em vê sedsalê veguherînin serdema azadiya jinê.
Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyan wiha ye:
- Semînerên taybet dê werin dayîn.
- Dîdar û gotûbêj li ser asta herêmî, Rojhilata Navîn û li ser malperên tora civakî bên lidarxistin.
- Dê mîtîngên girseyî bên lidarxistin.
- Tevger û rêxistinên jinan li gorî bernameyên xwe yên taybet çalakiyên cuda li dar dixin.
- Ji 14 heta 17’ê Mijdarê dê semîner ji civakê re bên dayîn.
- Ji 18 heta 20’ê Mijdarê dê semîner ji mêran re bên dayîn.
- Ji 22 heta 23’ê Mijdarê dê meşên navçeyan û meşên mêran bên lidarxistin.
- 24’ê Mijdarê bi rêya Zoom, bi zmanê înglîzî dê panel li ser asta cîhanê bê lidarxistin.
- 25’ê Mijdarê dê mîtîngên girseyî li ser asta kantonan bên lidarxistin.
Ne tenê li qamişlo îro li Reqa yê jî jinan bi daxuyaniyekê pêşwaziya 25’ê mijdarê kirin û dest bi çalakiyan kirin.