Li eniyên şer yên Helebê leşkerekî hikûmetê hate kuştin

Li Helebê çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikemûtê bi hev ketin, leşkerekî hêzên hikûmetê birîndar bû. Li Derayê di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên herêmî şer derket, çekdarek hate kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand xetên şer yên li rojavayî Helebê ji aliyê çeteyan ve leşkerekî hêzên hikûmetê hate kuştin.

Li Dêrazorê meyînek teqiya, kesek birîndar bû

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku li çolistana Dêrazorê mayînek bi kesekî ku li kîvkaran digeriya teqiya, di encamê de we kes birîndar bû.

Li Derayê hêzên hikûmetê û çekdaran bi hev ketin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li bajarokê Seyda yê li Derayê hêzên hikûmetê û komên çekdar şer derket. Di encamê de, çekdarek hate kuştin.

Hikûmeta Şamê leşkerê li herêmê belav kirin û hemû rê û dergehên bajarok girtin.

Li aliyê bajarokê Um El-Mîzan  yê li Derayê hêzên hikûmetê bi hinceta bazirganiya Madeyên Hişbir gelek kes girtin.

Li bajarê Derayê kesên nenas bi guleyan kesek kuştin. Hate diyarkirin ku kesê hatiye kuştin ji bajarokê Tefis yê Derayê ye.

Back to top button