Dîmenên êşkencekirina garîbe gezer derket holê

Garîbe Gezer 2016’an li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat girtin. Piştre sirgûnî 1’emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hat kirin.
JINNEWSÊ xwe gihand dîmenên êşkenceya ku li Garîbe Gezar hatî kirin.

Ev dîmenên êşkenceya Garîbe Gezer e.

Herî dawî Jinnewsê xwe gihand dîmenên êşkenceyê.

Weke diyar dibe gelek gardiyan û memûrên girtîgehê bi milên wê digirin û wê kaş dikin.

Piştî Garîbe hat kuştin demildest derbarê dosyaya wê de biryara nepeniyê hat dayîn.

Parêzerên Garibeyê Eren Keskîn, Jiyan Kaya, Jiyan Tosûn û Elîf Taşdogen diyar kiribûn ku dosyaya derbarê Garîbeyê de hatibû vekirin, 11 meh şûnde bi encam bû.

Parêzeren diyar kirin tevî ku delîl hebûn jî bi hinceta “delîl têra xwe nehat dîtin” derbarê dosyaya Garîbeyê de biryara neşopandinê hat dayîn.

Parêzeran dan zanîn ew ê şopdarê dozê bin û ew ê serî li DMME’yê bidin.

Piştî destdirêjî û êşkenceya lê hate kirin, 9’ê Kanûna 2021’ê hat kuştin.

Back to top button