Li Başûrê Kurdistanê 22 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêma Başûrê Kurdistanê 22 rewşên nû yên vîrûsa coronayê hatin tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku 12 kes li Hewlêrê û 10 kes jî li Silêmaniyê bi vîrûsa coronayê ketine.

Li Başûrê Kurdistanê heta niha (76) kes bi vîrusa coronayê ketine, ji wan kesekî jiayana xwe ji dest daye û (13) bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Li seranserî Iraqê heta niha 214 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 17 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button