Reqa-3.Konferansa Dermanfiroşan li dar ket

Bi dirûşma “Ber bi siberojeke baştir ve ji bo pîşeya dermanfiroşiyê û ji bo civakeke tendurist” 3’emîn Konferansa Yekitiya Dermanfiroşan a Reqayê hat lidarxistin.

3’emîn Konferansa Yekitiya Dermanfiroşan a Reqayê li hola Yekitiya Dermanfiroşan bi beşdariya endamên yekitiyê û rêxistinên civaka sivîl hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, endamê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê Xalid Berkel, lidarxistina konferansê pîroz kir û diyar kir ku ev konferans di pêvajoyeke dîrokî û hesas de pêk tê.

Berkel got: “Siyasetên ku di pêvajoyekê de li dijî gelê Sûriyê hatin meşandin, gel parçe kir û li dijî wî rêbazên paşverû bi kar anîn.

Ji bo bersivdayîna wan siyasetan, di vê pêvajoyê de ji me tê xwestin em berpirsiyariyên xwe pêk bînin û destkeftiyên bi saya şehîdên me hatine bidestxistin biparêzin.

Her weha rapora salane ya yekîtiyê hat xwendin û nîqaşên beşdaran pêş ketine.

Dermanfiroşan diyar kirin ku divê anîna dermanan ji çavkaniyên nenas bên qedexekirin.

Endamê Yekîtiya Dermanfiroşên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Osman Hiso jî axivî û ev tişt got: Divê ji bo her dermanfiroşekî sîgortaya tenduristiyê û qanûnî bê dayîn.

Ji bo kontrolkirina dewama dermanfiroşan jî li dermanxaneyan komîteyeke çavdêriyê bê avakirin.”

Konferans bi hilbijartina 9 endamên rêveberiya Yekitiya Dermanfiroşên Reqayê bi dawî bû.

Back to top button