Li Til Koçer û Minbicê bi çalakiyên cuda şehîd Bêrîtan hate bibîranîn.
Bi dehan welatiyên Til Koçerê daketin qadan û bi meşekê şehîd Bêrîtan bibîranîn.
Piştî meş veguherî mêtingê endama rêveber a Kongra Star a Til Koçerê Xewle Elelî axivî û got: “Şehîd Bêrîtan sembola jina berxwedêr e, em ê têkoşîna li ser rêya şehîdan bişopînin.”
Welatiyên Minbicê jî meşek li darxistin.
Di meşê de ji rêveberên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Sena Receb got: “Dîroka jinan bi mînakên bi hezaran jinên ku ji bo jiyana azad tê koşiyane û gihiştine asta şehadetê, dagirtî ye.”
Sena Receb diyar kir ku şehîd Bêrîtan bi hêz û vîna xwe berxwedaneke lehengane li hember dijminan nîşan da û xiyanet red kir û got,
“Jinan moral û hêz jê girt û li ser şopa wê û şehîdên jin xwe bi rêxistin kirin.”