Xwepêşandanên xelkên Siwêdayê didomin

Çalakiyên li Siwêdayê di roja xwe 35’an didome.
Şêniyan dubara, banga guhetina siyasî, hilweşîna rêjîma Esed û pêkanîna biryara 2254 kirin.

Bi beşdarbûna xurt a jinan, xwepêşandanên xelkê Siwêdayê di roja xwe ya 35′an de dewam dikin.

Xwepêşandêr careke din li qada “Kerama” ya naverasta bajar kom bûn û mêtingekî li dar xistin.

Xwepêşandêran daxwaza hilweşîna rêjîma Esed û pêkanîna biryara NY ya 2254’an kirin.

Di çalakiyê de pankertên bi nivîsên “Serdestiya partiya Baas a li artêş, dozgerî, dibistan, zanîngeh û saziyên dewletê binpêkirina destûrê ye û nayê qebûlkirin.

Her wiha “Beşdarbûna rasteqîn a di rêveberiya xwecih a aktîf de û beşdarbûna aktîf di geşkirinê de derfeteke rasteqîn û cidî ya ji bo avakirina Sûriyê ye” hatin hildan.

Back to top button