Dewleta Tirk li gel gefên Erdogan ên êrîşeke nû li ser herêmê, rojnane herêmê dide ber topan.
Dagirkeran îro dîsa gundên Şêrawa ya Efrînê û gundên Minbicê topbaran kir.
Ji fermandarê QSD’ê yên li navçeya Zirganê Baran Can diyar kir ku ew amade ne bersiva hemû êrişan bidin..
Li aliyekê serokê rojima faşîst a Tirk Erdogan gefa êrîşek û dagirkeriyeke nû li ser Bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe, li aliyê din jî artêşa Tirk û çeteyên xwe, herêmê didin ber topan.
Artêşa Tirk derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ya dagirkirî topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker her wiha gundê El-Hilwencî yê bakurê Minbicê jî bi çekên giran topbaran kir.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser êrîşê agahî da û got:
”Dagirkeran bircê tora peywendiyan “Syriatel” li gundê Hilwencî yê bakurê Minbicê hedef girt”.
Li gorî agahiyan, nêzî 10 guleyên obîsê yên artêşa Tirk a dagirker li herêmê ketin.
Dagirkeran doh jî gundên Eyn Îsa û navçeya Şera ya Efrînê, topbaran kir.
Meclisa Leşkerî ya Babê: Me hewldana çeteyan a ketina noqteya li gundê Hûtê têk bir
Li aliyê din, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Babê ragihand ku şervanên meclisê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina nuqteyeke meclisê ya li gundê Hûtê yê li rojavayê Babê, têk biriye û piştî bersivdayîna şervanan şer derket.
Navendê ragihand ku hewldana çeteyan hate têkbirin û gelek çete birîndar bûn.
Ji fermandarên QSD’ê yê Zirganê: Dijmin xwe ji bo şerekî amade dike
Li herêma Til Temir û Zirganê jî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ranawestin.
Ji fermandarên QSD’ê yên li navçeya Zirganê Baran Can diyar kir ku Tirkiye rojane êrişî Zirgan û gundên wê dike û eşkere sivîlan dike armanc.
Baran eşkere kir ku dewleta Tirk amadekariya êrişekê mezin dike û ev agahî parve kir:
“Li xetên ku hatine dagirkirin, satir û mewziyên şer çêdikin.
Baregehên xwe çêkirine, tank bi cih kirine û bi panzêran tev digerin.
Li hemberî her gundekî Zirganê baregehên dewleta Tirk hene.
Ji wan baregehan êrişan dikin.
Baran Can: Em ê di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin hemû êrîşan
Dawiyê Baran Can piştrast kir ku ew ê li hember her êrişeke Tirkiyê bê deng nemînin û bersiva êrişan bidin.