Ji 5’ê mehê ve dewleta Tirk bi dijwarî êrişî herêmê dike.
Gelê herêmê jî li dijî van êrişan bi hêrsin û rojane di nava çalakiyan de ne.
Di çalakiyên îro de jî peyama hevgirtinê li dijî êrişan hate dayîn
Yekîtiya Parêzeran a kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirkiyê daxuyaniyek li kampa Serdem a li navçeya Ehdas dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin,
Ev êriş xeteriyê li ser jiyana 6 mîlyon mirovên li herêmê dikin.
ev êriş sûcên şer in û qirkirine.
Yekîtiya parêzeran bang li saziyên navnetewî kir rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan kir ku li ber van êrişan rabin.
Her wiha bi dehan şêx, rûspî, kesayetên siyasî û welatparêz ên li bajarê Reqayê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û diyar kirin ew ê bi hevgirtin û yekîtiya gelên herêmê êriş bên têkbirin.
Şêx û rûspiyên Reqa û Tebqayê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin