WHO’yê têkildarî belavbûna Kolera hişyarî da

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku xeteriyeke mezin heye ku li Sûriyeyê nexweşiya kolerayê belav bibe.

WHO’yê ragihand ku ji sala 2009’an heta bi niha li Sûriyeyê ev cara destpêkê ye ku bi dehan kes bi kolerayê dikevin..

Her wiha da zanîn ku rewşa gelek nexweşên bi kolerayê ketine jî xeter e.

WHO tekez kir ku herî kêm li pênc deran nexweşên kolerayê hatine tespîtkirin ..

WHO hişyarî kir ku rîska belavbûna nexweşiyê pir zêde ye.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê jî di roja Duşemê de daxuyaniyek dabû û ev agahî dabûn :

Di serî de li herêma Helebê, ji ber kolerayê heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest dane..

26 kes jî bi nexweşiyê ketine.

Rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di roja şemiyê de ev yek raghandibûn:

Li herêmên Reqa û Dêrazorê 3 kesan ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest dane.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî da zanîn ku nexweşiya kolerayê ji ber ava qirêj li Dêrazorê belav bûye.

Back to top button