Rûsya ji despêka şerê bi Ukrayna re êrişa herî dijwar a bi dronan re pêk anî

Rûsya ji despêka êrişa li ser Ukrayna û heta niha, êrişa herî berfireh a li ser Kîevê ya bi balafirên bêmirov pêk anî.
Di êrişa 74 balafirên bêmirov de, tevî zarokek 5 kes birîndar bûn.

Serokê Şaredarê Kîevê Vitali Kliçko ragihand ku ji despêka şerê û heta niha, Rûsya li dijî Ukrayna êrişa herî berfireh ya bi balafirên bêmirov pêk anî.

Kliçko di daxuyanya li ser hesabê xwe ya Telegramê de diyar kir ku yek jê zarok 5 kes birîndar bûne.

Her wiha di êrişa saetên siharê pêk hat de, gelek ziyanên madî çêbûn.

Wezareta Enerjiyê ya Ukraynayê ragihand ku piştî êrîşan li Kîevê nêzî 200 avahî ku 77 ji wan avahiyên niştecihbûnê ne, bê elektirîk mane.

Li gorî agahiyên ku Hêzên Hewayî yên Ukraynayê dane, ji 74 balafirên bêmirov ên Rûsyayê 71 hatine xistin.

Hat ragihandin ku ji wan 66 balafirên bêmirov ên ku behsa wan tê kirin ji aliyê Rûsyayê ve ji bo Kîev û derdora wê hatine şandin.

Back to top button