Endamtiya Ukrayna û Moldavayê ya YE’ê hat erê kirin

Yekitiya Ewropayê bi fermî Ukrayna ku bi Rûsyayê re di nava şer de ye, xiste nava welatên namzet.
Di civîna bilind a YE’yê ya doh de biryar hat dayîn ku statuya welatê berendam ji Moldovayê re jî were dayîn.

27 welatan bi yek dengê endamtiya Ukrayna û Moldavayê ji bo Yekitiya Ewropayê qebûl kir.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky statûya berendamê Yekitiya Ewropayê ya welatê xwe wekî “demeke dîrokî” bi nav kir.

Zelensky, êvara pêncşemê li ser Twitterê peyamek weşand û got: “Pêşeroja Ukraynayê di YE’yê de ye.”

Serokdewleta Moldovayê Maia Sandu jî qala rojeke dîrokî kir û li ser malpera xwe ya Facebookê peyamek weşand û got:

“Li pêşiya me rêyeke zehmet heye ku xebat û hewldaneke zêde dixwaze.”

Ukrayna bi qasî çar meh berê, demek kin piştî destpêkirina êrîşa Rûsyayê, serlêdana qebûlkirina di nav YE’yê kir.

Piştî demekê û vir de cîranên piçûk ên Moldova û Gurcistanê yên li başûrê rojhilatê Ewrûpayê jî serlêdanên endamtiyê kir.

Back to top button