Parêzerên Îraqî derbarê sûc û bikaranîn çekên Kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, belgeyan pêşkêşî parlamentoyê dikin.
Parêzerê Îraqî Hesen Selman diyar kir ku divê binpêkirinên mafên mirovan û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Başûrê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve werin lêpirsînin.
Li gorî ajansa Rojnewsê, parêzer Hesen Selman aniye ziman ku di encama êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî de gelek welatî bûn qurban..
Parêzer Hesen Selman her wiha diyar kiriyer ku desthilata Iraqê ne amade ne ku di qada navnetewî de hesab ji Enqerê bixwaze û xelkê xwe biparêze û vê bangê dike:
“Divê dewleta Tirk ji sûc ku kirine bê ceza nemîne.
Parêzerên Iraqî xwe amade dikin ku belgeyên îsbatkirina bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî pêşkêşî parlamentoya Iraqê bikin.