Valakirina Keştiya Safer ku di bin metirsiya teqîn de ye, dê 18 mehan dirêj bike

Di rojeva çapemeniya Erebî de gelek mijarên girîng hatin parvekirin.
Ji mijarên ku cih girtibûn, Keştiya Safer a Yemenî ku di bin metirsiya teqînê de, were valakirin e.
Her weha Aloziya li Lîbyayê ku çareseriya wê hilbijartin e.

Îro di rojeva rojnameyên Erebî de gelek mijarên sereke û balkêş hebûn.

Şerq Elewset di rojnameya xwe de cih dabû biryara NY ya valakirina keştiya Yemenî SAFER ku di bin metirsiya Teqînê de ye.

Hate diyarkirin ku valakirinê keştiyê dê 18 mehan dirêj bike.

Hêzên Ewlekariyê û Îstixbarata Iraqê xwe ji navendên hikûmî vedikşînin

Yek ji mijarên herî binghîn di rojnameya Elerebî Elcedîd de jî endamên Hêzên Ewlekariyê û Îstxbarata Iraqê ji navend û saziyên Hikûmî vedikşin.

Hate diyarkirin ku ev yek piştî biryara Hikûmeta Iraqê ya nû pêk hatiye.

Li gorî rojnameyê hate eşkerekirin ku desthilata Ewlekarî ya Iraqê biryara kontrolkirinê ji bo hemû çavdêrên dezgehên hikûmetê li parêzgehên Neynewa, Enbar, Selahedîn, Diyala û gelek parêzgehên din ferz kiribû.

Ev yek jî gelek astengî li pêşberî sivîlan çêkir.

Hindistan yekemîn rokêta xwe ya pêşketî avêt ezman

Rojnameya Elexbar jî ragihand ku Hindistanê yekem rokêta xwe ya pêşketî avêt ezman.

Rojnameyê diyar kir ku rokêta bi navê Vîkram-S nêzî 545 kîloyî ye û ji aliyê Şîrketa fezayê SKYROOT ve hatiye çêkirin.

Hate eşkerekirin ku ev yek jî bi armanca avakirina pîşesaziyek bazirganiyê nû ji bû welat.

Krîz li Lîbyayê kûrtir dibe

Di rojnameya Elereb Ellundinya de jî bal hate kişandi ser aloziya li Lîbyayê.

Hate gotin:

“Lîbya di şerekî navxweyî re derbas dibe, tevî hewledanên pêkanîn hilbijartinan jî, lê belê ew hewldan vala derdikevin.”

Derbarê mijarê yek ji welatiyan axivî û got:

“Sedema vê krîzê ji ber kesên desthilatdar in, ew tenê li pey berjewendiyên xwe digerin ne yên Lîbiyan.

Çareserî jî pêkanîna hilbijartinên niştîmanî ye, ger wiha nebe em ê nebin xwedî welatekî aram.”

Back to top button