Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên Til Temirê topbaran kir, di encamê de zarokek birîndar bû.
Li gorî nûçeya ajansa Hawarê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tewîlê û Dişîşiyê yên nêzî rêya M4 li rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kir.
Di encama topbaranê de zarokê bi navê Yezen Mihemed Elî ê 6 salî birîndar bûye.
Dema Yezen li derdora gund şivanitiyê dikir, çeteyan gund topbaran kir û bi perçeyên topê birîndar bû.
Duh jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê dan ber topan.
Li Şehbayê jî, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi zêdeyî 20 top avêtin gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê.