KJK’ê li dijî şerekî navxweyî banga hişyarî û têkoşînê kir

Koordînasyona KJK’ê têkildarî şerê navxweyî ragihand ku şerekî bi vî rengî wê herî zêde zerarê bide hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK’ê. KJK’ê bang li PDK’ê jî kir ku dawî li amadekariya vî şerî bînin û nekevin ber bayê dewleta Tirk.” 

Koordînasyona KJK’ê têkildarî pêkanîna şerekî navxweyî li Herêmên Parastinê yên Medyayê û rewşa dawî daxuyaniyek weşand.

Koordînasyonê diyar kir ku partiyên Kurd divê di çarçoveyeke berfireh de li pirsgirêkan binêrin û hewl bidin bi rêya diyalog û hevdîtinan van pirsgirêkan çareser bikin.

KJK’ê got:

“Şerekî bi vî rengî wê herî zêde zerarê bide hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK’ê, ji ber vê yekê dawî li amadekariya vî şerî bînin û nekevin ber bayê dewleta Tirk.”

Dewleta Tirk li dijî gelê me şerekî qirkirinê û tunekirinê yê topyekonê dimeşîne.

KJK: Amadekariya PDK’ê bo operasyona li qadên gerîla, gelekî metirsîdar e

KJK’ê da zanîn ku di demeke wiha de amadkariya PDK’ê ya ji bo operasyonek li dijî qadên gerîla, hewldaneke gelekî metirsîdar e.

KJK: Kurd bi hêz, berjewendî û yekîtiya xwe bi ser dikevin

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku divê tevahî partiyên Kurd di demên wiha dîrokî de bêdeng nemînin û wiha got:

Ger şerekî birakujiyê çêbibe, wê Kurd destkeftiyên pir girîng ji dest bidin. Ji ber vê banga me di serî de ji jinên Kurd, ciwan û gelê me heye ku helwesta û çalakiya xwe geş bikin, pêvajoya niha em tê de pir girîng û nazik e.

KJK’ê îşaret bi perpirsyarên demê yên jinan jî kir û wiha bi dawî kir:

Bi hestên welatparêziyê û azadiyê li her qada jiyanê bi rengekî fedayî bi erka pêşengiyê radibe. Ger em bi rengekî rast û aqilane tevbigerin, li gel berdêlên giran, zor û zehmetiyan jî em di dema zêrîn a Kurdan de ne.

Back to top button