Çalakiyên 7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê bi gotina stranan û xelatkirina 6 helbestvanan qediya.
7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê di roja xwe ya 3`emîn de li bajarê Qamişlo bi dawî bû.
Di çalakiya roja dawî de koma Yek Par a muzîkê çend stran gotin, piştre sînevîzyonek li ser danesîna her şeş endamên komîteya nirxandina pêşbirka helbestan a mîhrîcanê hat pêşandan.
6 Helbestvan hêjayî xelatê hatin ditîn
Paşê navê helbestvanên serkeftî ji aliyê nûnerên Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin diyarkirin û hatin xelatkirin
Komîteyê, ji 16 berhemên helbestî, 6 helbestvan (3 berhemên bi zimanê erebî û 3 berhemên bi zimanê kurdî) serkeftî dîtin.
7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê 4′ê Mijdarê hatibû destpêkirin.
Di roja duyemîn a mîhrîcanê de jî bi panlekê felsefeya helbestvan û nivîskarê Kurd Melayê Cizîrî hatibû nasandin.
Qamişlo-Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala melayê Cizîrî dest pê kir



