Artêşa Yûnanistanê amadehiya xwe bo asta herî bilind ragihand

Ji ber planên dewleta Tirk ên pêkanîna rahînanên leşkerî di navbera herdu giravên Rodis û Kastî-lorîz de, artêşa Yûnanistanê amadehiya xwe bo asta herî bilind ragihand.

Li gorî malpera Armî Vois, ji ber tevgera hêzên deryayî yên dewleta Tirk, artêşa Yûnanistanê ji roja Şemiya borî ve, di nava amadebaşiyê de ye.

Ev rahînanên leşkerî yên Tirkiyê, piştî îmzekirina peymana deryayî di navbera Misir û Yûnanistanê de tên.

Yûnanistan: Em ê serwerî û mafên xwe biparêzin

Wezareta Derve ya Yûnansitanê, îro daxuyaniyek belav kir û tê de berteka xwe li ser tevgerên Tirkiyê yên nerewa nîşan da.

Wezaretê destnîşan kir ku Tirkiyê bi tevgerên xwe yên nerewa nakokiyên heyî kûrtir dike û ewlehî û aramiya herêmê dixe xeteriyê.

Wezaretê teqez kir ku wê Yûnanistanê serwerî û mafên xwe biparêze.

Li gorî hin dezgeyên ragihandinê jî, ji ber tevgera hêzên deryayî yên dewleta Tirk, artêşa Yûnanistanê ji roja Şemiya borî ve, di nava amadebaşiyê de ye.

YE: Ssînorên Deryayî bi rêya tevgerên yekalî nayên xêzkirin

Di heman çarçoveyê de, duh Wezîrê Derve yê YE, Josê Borrell ragihandibû, ku tevgerên Tirkiyê di Deryaya Spî de, yên piştî îmzekirina tifaqa deryayî ya navbera Misir û Yûnanistanê, wê nakokiyan zêdetir bikin.

Borrell diyar kir ku sînorên deryayî yên navbera welatan, ne bi rêya tevgerên yekalî û rêbazên leşkerî tên xêzkirin, lê belê bi rêya diyalog û danûstandinan.

Wezîrê Derve yê Yekîtiya Ewropayê teqez kir ku çi nakokiyên hebin, divê li gorî qanûnên navdewletî werin çareserkirin.

Back to top button