Li Silêmaniyê di şahiya 8’ê Adarê de, pêşengeha berhemên jinan hate vekirin

Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê li Başûr û Bakûrê Kurdistanê jî jin li qadane û bi coş û heyecaneke mezin pêşwaziya vê rojê dikin.

Li seranserî cîhanê çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê didomin.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer şahiya pîrozbahiya 8’ê Adarê,
li Berdeqareman a bajarê Silêmaniyê li darxist.

Di şahiyê de standên pirtûkên Rêber Ocalan, berhemên destan û gelek berhemên din hatin danîn.

Li qada şahiyê pêşangehek ji berhemên keda destê jinan hate vekirin:

Yek ji wan jinên ku bi berhemên xwe beşdarî pêşengehê bûye Îman Elî ye.

Îmanê da zanîn ku ji bo pêşxistina hêza jinan girîngiya vê pêşengehê heye.

Koma Hêviya Jinên Şengalê wê bi straneke nû beşdarî şahiya 8’ê Adarê bibin

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, Navend Çand û Hunera Sitiya Nexşan a Şengalê jî di nava amadekariyan de ne.

Ji Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşan a Şengalê Çîmen Berçes ku di koma Hêviya Jinên Şengalê de cih digire, da zanîn ku ew ê îsal bi stranek nû pêşwaziya 8’ê Adarê bikin.

Li bajarê Îzmîr, Mêrdîn û Dîlokê ji girtiyên jin ên siyasî re qert hatin şandin

Li bajarê Mêrdîn û Dîlokê bi boneya 8’ê Adarê ji girtiyên jin re kart hatin şandin.

Meclîsa Jinan a Dîlokê û Plaforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê, di çarçoveya xebatên xwe yên 8’ê Adarê de ji girtiyên jin ên siyasî re kart şandin.

Komîsyana Mafên Jinan a ÎHD’ê ya Îzmîrê ji girtiyên jin re kartên piştevaniyê şandin.

TUHAY-DER’ê bi wesileya 8’ê Adarê ji bo jinên girtî daxuyaniyek da

Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Amedê (TUHAY-DER) bi wesîleya 8’ê Adarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên jinên girtî pê re rû bi rû tên hiştin û got:

Em ê li dijî binpêkirinên mafan têkoşîna xwe bidin berdewamkirin û bibin dengê girtiyan.”

Li Farqîn û Çelê tja û Meclisa Jinan a HDP’ê çalakî lidarxist

Li Farqîna Amedê û li Çelêya Colemêrgê jî Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinan a HDP’ê çalakiyên pîrozbahiya 8’ê Adarê hatin lidarxistin.

Li Farqînê jinan belavokên 8’ê Adarê belavkirin û banga tevlîbûna mîtînga 8’ê Adarê ya li Qada Îstasyonê kirin.

Her wiha bi jinên gundê Alîbey a Farqînê re civiyan û bal kişandin ser girîngiya 8’ê Adarê.

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî hevdîtin bi jinan pêk anî.

Di hevdîtinê de dengbêjên jin stranên xwe gotin.

Back to top button