Şêniyên Minbic cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebûd Ehmed El-Şihade li goristana şehîdan spartin axê.
Li goristana şehîdan a Minbicê ji bo şehîd Ebûd Ehmed El-Şihade merasim hat lidarixsin.
Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Raid Ehmed di merasimê de axivî û diyar kir ewê erka ku şehîdan daye ser milê wan bi cih bînin.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Şêx jî got: Ewê herdem wefadarên lehengan bin û rêya şehîdan bişopînin.
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebû jî wiha axivî û diyar kir ewê li ser rêya şehîdan bimeşin heta avakirina sûriyeke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin.
Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwend û cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate veşartin.