Li Til Temir çeteyên dewleta Tirk 200 serî pez dizîn û şivan êşkence kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundekî rojavayê Til Temirê 200 serî pez dizîn û şivanê wê revand.

Bûyer vê sibê saet di 07.30’an de dema zarokê 16 salî Mihemed Ebdulselam li nêzî xetên parastinê yên Til Temir li gundê Gerebêt pez diçêrand, pêk hat.

Şivanê bi navê Mihemed Ebdulselam,wiha behsa bûyerê dike:

“Vê sibê dema min pez li nêzî xetên cebheyê diçêrand, 3 çekdar ji herêmên dagirkerî bi aliyê min ve hatin. Min tevî pez birim bargeheke xwe, pezê min birin. Li min dan û paşê ez berdam.”

Di 29’ê Nîsanê de jî çeteyên dewleta Tirk li rojavayê gundê Meyasa ya navçeya Şêrawa ya Efrînê welatiyê bi navê Hisên Ferec ê 70 salî dema pezê xwe diçêrand, gulebaran kir û pezê wî dizîn.

Back to top button