HDP’Ê SERDANA SEROKÊ GIŞTÎ YÊ CHP’Ê KEMAL KILIÇDAROGLÛ KIR

Heyeta bi pêşengtiya Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî pêk tê, serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû kir.

Li gorî daxuyaniya Boroya Çapemeniyê ya HDP’ê, Heyeta bi pêşengtiya Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî pêk tê, serdana Navenda Giştî ya CHP’ê kir.

Heyet li gel heyeta bi pêşengtiya Lîderê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû pê dihat re civiyan.

Boroya Çapemeniyê derbarê serdanê de ev agahî da:

“Di hevdîtina li gel CHP’ê de di serî de darbeya bi qeyûman dîsa îtifaqa demokrasî, destûra bingehîn a nû, mijarên mîna refromê hatin nirxandin.”

Di nixandinên pêşberî hev de hate bibîrxistin ku desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê qeyûman ve hemfikir in ku darbeyeke siyasî ye.

Bal hate kişandina ser helwestek hevpar û bibiryar a ji bo parastina nirx û rêbazên demokrasiyê.

 

Leave a Reply

Back to top button