Li Amedê, çalakiya rûniştînê li dijî dagirkirina şaredariyan 8 rojin didome.Li Mêrdînê jî polîsan destûr neda ku rojnameger çalakiyê bişopînin û dîmenan bikişînin. Lê Parlamenterên HDP’ê bi telefonên xwe dîmen kişandin û weşandin.
Bertekên li dijî erkdarkirna qeyûman li bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê didomin.
Çalakiya rûniştinê ya parlamenterên (HDP), hevşaredar û welatiyan ku li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, tê lidarxistin, di roja 8’emîn de didome.
Beriya çalakiyê, cihê ku çalakî lê tê lidarxistin ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin.
Çalakî bi çepik, tilîlî û silogana “Wê roj were Wê gel hesap ji AKP’ê bipirse” dest pê kir.
LI MÊRDÎNÊ POLÎSAN ROJNAMEGER ASTENG KIRIN Û PARLAMENTERAN ROJNAMEGERÎ KIR
Li Mêrdînê jî çalakiyên li dijî erkdarkirina qeyûman hebûn.
Polîsan destûr neda ku rojnameger çalakiyê bişopînin û dîmenan bikişînin.
Li ser vê yekê Parlamenterên HDP’ê bi telefonên xwe dîmenên çalakiyê û daxuyanî kişandin û weşandin.
Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul diyar kir ku Hevşaredarên Mêrdînê her dem hevşaredarên wan in û wiha bang li qeyûm kir:
“Tu li dijî mirovahiyê suc dike.
Tu li dijî gelê Mêrdînê sûc dike.
Ji ber vê yekê tu yê bê darizandin. Ev sûcê li dijî demokrasiyê ye.”