WERGIRTINA TIRKIYÊ JI QEFLA DUYEM A PERGALA S-400 SIBE DEST PÊ DIKE

Dewleta Tirk ragihand ku sibe sêşemê wê wergirtina qefla duyem ji pergala S-400 a Rûsî dest pê bike.

 

Li gorî ajansa Anatolê, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Xulûsî Akar, da zanîn ku wê wergirtina qefla duyem ya pergala S-400 a Rûsî wê sibe sêşemê dest pê bike.

Di tîrmehê de jî dewleta Tirk qefla yekem ya pergala S-400 wergirtibû.

Hêjayî gotinê ye ku kirîna Tirkiyê ji pergala S-400 a Rûsî re hişte ku aloziyeke di navbera herdu dewletên NATO’ê Tirkiye û Emeîkayê de rû bide.

Her wiha di encama israra kirîna Tirkiyê ji pergala S-400 re Emerîka firtona balafirên F-35 ji Tirkiyê re rawestand û pîlotên Tirk ji bernameya perwerdeya li ser balafirên F-35 derxistin.

Emerîka, beriya ku Trikiyê pergala S-400 werbigire pêşinyar kirbû ku pergala parastinê ya Patiryût bikire.

Beriya çend rojan jî Emerîka ragihand ku ev pêşinyar dema wê bi dawî bû, ew jî piştî kirîna Tiriyê ji pergala S-400 re.

Beriya niha jî Tirkiyê ragihandibû ku ew di çêkirina balafirên F-35 de beşdar bibû û derdora milyarek û nîv dolar daye û diviyabû ku Tirkiyê ev balafir wegirtiba.

 

Leave a Reply

Back to top button