Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê biryara girtina 101 kesî da.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê vê sibê li Amed, Şirnex û Semsûrê di çarçoveya lêpirsîna dijî Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê de, biryar da ku 101 kes bên girtin.
Polîsan jî vê sibê bi ser gelek malên parêzeran de girtin û Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê-OHD’ê Bunyemîn Şeker jî di nav de, 19 parêzer binçav kirin.
Polîsan dest danîn ser bîlgisayer, pirtûk û gelek materyalên dijital ên parêzeran.
Hat diyarkirin ku parêzer birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
Her wiha li rex vê jî, Edîtora beşa Kurdî ya Ajansa nûçeyan “Jinnewsê” Roza Metîna hatiye binçavkirin.