Artêşa dewleta Tirk a dagirker li başûrê Idlibê, nuqteyeke din ava kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa Tirk li gundê Biliyûn بليون yê li Cebel El-Zawiyê nuqteyeke xwe ya din ava kir.
Çavdêriyê destnîşan kir ku piştî avakirina nuqteyê, karwaneke ku ji maşîneyên leşkerî, alavên leşkerî û lojistîk û jimareke leşker pêk tê, li nuqteyê bi cih kirin.
Li gorî çavdêriyê, ev nuqteya 2 e ku Tirkiyê li wî gundî ava dike.
Bi avakirina vê nuqteyê, jimara wan bi giştî li başûrê Idlibê dibe 71.