Di êrîşa Îsraîlê de 20 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan

Komên Filistînê yên bi ser Hemas’ê ve, şeva borî moşek avêtin bajarê Til Abîb yê Israîlê. Artêşa Îsraîlê jî di heman wextî de herêmên cuda yên Xezayê topbaran kirin. Di encama topbaranê de ji wan 3 zarok 20 Filîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. 

Di roja sêyem a şer û pevçûnên di navbera Filistîn û Îsraîlê de komên bi ser Hemasê ve nêzî 100 moşekî ji Xezayê avêtin Til Abîbê.

Artêşa Îsraîlê jî êrîşên hewayî li dijî Xezayê pêk anîn û di encamê de 20 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand ji 20 kesên ku jiyana xwe ji dest dane 3 zarok in û diyar kir 65 kes jî birîndar bûn.

Her wiha li gelek herêmên Îsraîlê jî rewşa awarte hat ragihandin.

Serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî anî ziman ku Ewê bersiva êrîşan bidin û diyar kir dibe ku êrîş û rageşî çend rojan berdewam bikin.

Back to top button