QSD’ê cejna Remezanê ya alema îslamî pîroz kir

Fermandariya Giştî ya QSD’ê cejna Remezanê li malbatên şehîdan, şervanan û alema îslamê pîroz kir û bang li hemû aliyan kir ku ji bo çareserkirina krîza welat xwe bispêrin zimanê diyalog, hezkirin û lêborînê.

Bi boneya cejna Remezanê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê peyama pîrozbahiyê da.

Di peyamê de wiha hate gotin:

“Bi boneyê em cejna Remezanê li malbatên şehîdan û şervanên li eniyên berxwedan û rûmetê, tevahî xelkê me û alema îslamî pîroz dikin.

Em bi hêvî ne tevahî rojên cejn di ewlehiya ku hêzên me li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyda kiriye de, derbas be.

Bi vê boneyê em bang li tevahî aliyên Sûriyeyê dikin ku ji bo çareserkirina krîza welatê me xwe bispêrin zimanê diyalog, biratî, hezkirin û lêborînê.

Em bi hêvî ne ewlehî û aştî li tevahî Sûriyeyê misoger be.”

KON-MED û KOMAW’ê cejna Remezanê li gelê Kurd pîroz kir

Back to top button