Amerîka bala me li ser xwepêşandanên li Îranê ye

Amerîka ya ku danûstandinên bernameya peymana nukleerî ya li gel Îranê rawestandî, bala xwe daye ser xwepêşandanên li welat.
Waşîngtonê got,
Niha li Îranê bala me tenê li ser xwepêşandanan e.

Rêveberê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby di daxuyaniya çapemeniyê de ev yek bi awayekî eşkere anî ziman.

John Kirby îşaret bi xwepêşandanên li Îranê kir û got:

Divê xelkê Îranê bi xwe biryarê li paşeroja xwe bide.

Em li dijî karanîna tundiyê ku hikumet bû tepisandina xwepêşandêran pêk tîne.

Kirby, kuştina Jîna Emînî ya li ser destê polîsên rejîmê bibîrxist û ev yek weke drajîk binav kir.

Rêveberê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî destnîşan kir, peyama Amerîkayê bo desthilatdarên Îranê ew e ku “divê hikûmeta Îranê dest ji kuştina xelkê xwe berde.”

Back to top button