Li Fîlîpînê ji ber lehiyê 31 kes mirin

Li başûrê Fîlîpînê ji ber baranê ax şemitî û lehî rabû.
Herî kêm 31 kes mirin.

Li Fîlîpînê ku tê payin roja Yekşemê bagereke tropîkal rû bide, li başûrê vî welatî ji ber barana zêde hezaz çêbû û felaketên lehiyê rû dan.

Rayedarên girava Mindanaoyê diyar kirin ku herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li vê herêma xizan, barana zêde şevê din destpê kir.

Servîsên meteorolojiyê diyar kirin ku bahoza Nalgae ya tropîkal bandor li herêmê kiriye û ber bi bakurê welêt ve diçe.

Parastina sivîl, beriya ku bager roja Şemî yan jî Yekşemê bigihêje qada bejahî, li hemberî felaketên şemitîna axê û lehiyê 5 hezar kes ji herêmê veguhastin.

Back to top button