Hêlîn Umît: Paşeroj û destketiyên kurdistanê emanetî ciwanan e

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît balkişand ser berxwedana bi pêşengiya ciwanan li Wanê hate kirin û got: “Paşeroj, hebûn û destketiyên Kurdistanê emanetî ciwanan e.
Heta ji wan bê li bajaran yekîneyên xweparastinê bi rêxistin bikin, di vê mijarê de xwe xweser bibînin, yekîneyên xwezayî ava bikin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî Medya Haber TV bû û encamên hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê nirxand.

Hêlîn Umît: AKP-MHP 10 sal in hewl dide bi lîstikên gladyo li ser piyan bimîne

Hêlîn Umît ragihand ku dewleta Tirk 50 sal in li hemberî têkoşîna azadiyê têk diçe û got:

“Li hemberî têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd neheq e.

Di rewşa qirkirinê de ye. Yên rewa Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Hin deman dibe ku polîtîkayên zext û tepisandinê bi bandor bibin.

Lê belê ji aliyê stratejîk ve pêngava Tevgera Azadiyê kir ku dewleta Tirk têk biçe. 10 sal in faşîzma AKP-MHP’ê bi lîstikên Gladyo hewl dide li ser piyan bimîne.”

Hêlîn Umît: Helwest û nerazîbûna xelkên wanê gelekî hêja bû

Hêlîn Umît destnîşan kir ku encamên hilbijartinê di asta şoqê de bandor kir û ev nirxandin kir:

“Eger li Wanê bi ser ketibûna wê dor bihata Mêrdînê û piştre jî berê xwe bidan Amedê.

Helwest û nerazîbûna xelkê Wanê ya li hemberî destwerdana AKP’ê gelekî hêja bû.

Nîşan da ku hêza demokrasiyê ya bingehîn a Tirkiyê gelê Kurd e.”

Hêlîn Umît: Polîtîkayên qirkirinê bi kêrî tiştekî nehatin

Hêlîn Umît dazanîn ku polîtîkayên ku rejîma faşîst li Kurdistanê pêktîne nenormal e û ev tişt anî ziman:

“Polîtîkaya li Kurdistanê tê meşandin siyaseteke normal nîne, polîtîkaya qirkirinê ya leşkerî ye. Zext û girtin dewam kir.

Lê belê eşkere bû ku ti ji van bi kêr nayên. Gelê Kurd li her derê mohra xwe danî binê serketineke mezin. Ji Dêrsimê heta Serhedê, heta Botanê, Başûr û Rojava. Lewma ev polîtîka têk çû. Yanî polîtîkaya têkbirinê têkçû.”

Hêlîn Umît: Paşeroja Kurdistanê emanetî ciwanan e

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di dawiya nirxandinê xwe de ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd ev bang li ciwan kir:

“Paşeroj û hebûna Kurdistanê emanetî ciwanan e. Destketî emanetî ciwanan e.

Lewma divê ciwanên Kurdistanê heta dawiyê li ber xwe bidin. Hîn bêhtir radîkal bibin.

Bêyî xweparastinê hebûn nabe. Divê keç û xortên Kurd li ser xeta parastinê xwe bi rêxistin bikin, heta ji wan bê tevlî nava refên gerîla bibin.

Heta ji wan bê li bajaran yekîneyên xweparastinê bi rêxistin bikin, di vê mijarê de xwe xweser bibînin, yekîneyên xwezayî ava bikin.”

Back to top button