Li herêmên hikumeta Şamê 3 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên hikumeta Şamê 3 kesên din bi vîrûsê ketin û jimara giştî ya kesên pê ketî gihişt, 42’an.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Şamê ragihand ku 3 kesên din li Sûriyê bi vîrûsê ketin.

Heman Wezaretê teqez kir ku hijmara giştî piştî van hersî kesan bû 42 kes.

Bivî awayî jimara giştî ya kesên li herêmên hikumeta Şamê gihişt 42’an.

Ji van, 6 kes ji vîrûsê rihet bûne û 3’an jî jiyana xwe ji dest dan.

Wezîra Tendiristiye destnîşankir ku ev kesên bi vîrûsa Coronayê hemî li payîtexta Sûrî Şamê û gundewarê wêne.

Back to top button