“Emê bi pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê vala derxînin”

Endamê Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyê Ebdulhemîd El Hayik destnîşan kir ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya parastina deskeftiyan e.

Endamê Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyê Ebdulhemîd El Hayik tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxand.

Ebdulhemîd El Hayik diyar kir ku armanca tecrîdkirinê pêşîgirtina belavbûna fikirê Rêber Apo ye û ev tişt anî ziman:

“Tirkiye felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wekî xetereyekê li ser xwe dibîne

Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan banga rizgarkirina jinan û beşdarkirina jinan di hemû qadên jiyanê de dike

Em di fikrê Rêber Ocalan de çareseriyeke berfireh û giştî ji bo jiyana hevbeş li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê dibînin.

Dewleta Tirk hemû peyman û qanûnên navneteweyî yên der barê mafên mirovan de binpê dike.”

El Hayik da zanîn ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hevgirtin û piştevanî pêwîst in.

Back to top button