Hemdan El Ebid diyar kir ku wan danezana çareseriyê pêşkêşî Komara Ereban, Neteweyên Yekûyî, rêxistinên mirovî, hêzên demokrat û hikumeta Şamê kir û got:
“Divê çareserî Sûryeyî û li ser xaka Sûriyeyê be.”
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid derbarê danezana Rêveberiya Xweser de axivî.
El Ebid diyar kir ku Rêveberiya Xweser banga parastina yekitiya xaka Sûriyeyê dike û got destwerdanên herêmî û navneteweyî yên li Sûriyeyê sedema kûrbûna aloziyê ye.
Têkildarî tevgerên piştî ragihandina danezanê El Ebid ev tişt anî ziman:
“Me danezana çareseriyê nîşanî aliyên herêmî û navneteweyî yên wekî Komkara Ereban, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mirovî, hêzên demokrat û hikumeta Şamê kir
Me ev danezan pêşkêşî Rêxistina Mafên Mirovan, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û aliyên li Sûriyeyê jî kir.”
El Ebid destnîşan kir ku wan bang li Komkara Ereban kir ku roleke çalak li herêmê bilîze û bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir ku aloziyê li gorî biryara 2254ʹan çareser bike.