Li wîlayeteke Emerîkî, herî kêm 5 kes dibin qurbana gulebarana çekdarekî.
Zilamekî 30 salî gule li polîs û ajokerên siwareyan li bajarê Odessa li başûrê Texasê li Emerîkayê barandin.
Di encamê de, herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 21 jî birîndar bûn.
Li gorî nexweşxaneya bajêr, 7 kes rewşa wan ne baş e û 2 jî li ber mirinê ne.
Polîs got, ê çekdar siwareya xwe danî û vanek dizî û gule li ajoker û endamên polîsê barandin.
Li gorî daxuyaniya polîsê, yê çekdar li ser rêya Interstate saet 3:17 ê sibehê ji aliyê polîsê ve hat rawestandin, hingê gule berda polîsekî û ber bi rojava ve çû.
Ji wir jî berê xwe da dikanekê û gule berda rêwiyan.
Polîsê diyar kir ku, piştî wê berê xwe da rojhilat û li siwareyeke sekinandî diqelibe û li wir ew û polîsê bi çekan şer dikin û hat kuştin.
Di 3’yê Tebaxê de jî, li heman wîlayetê êrîşeke çekdar pêk hat, di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da.