Hêzên Rizgariya Efrînê, li bajarê Efrîn û Mar’ê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 leşker û 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe ev agahî belav kirin:
29’ê Tebaxê Hêzên Rizgariyê li dijî navendeke artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Basûfanê ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyeke bi bandor li dar xist.
Di encamê de barageha çeteyan hat rûxandin, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
30’ê Tebaxê jî hêzên rizgariyê êrîş birin ser baregehekî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mar’ê.
Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin û erebeyekî leşkerî tevî doçka hate ruxandin.